Gelê Mexmûrê: Muhtemel eTirkiyê bombeya kîmyewî avêtibe Mexmûrê
Mexmûriyan diyar kirin, bombeyeke ku dewleta Tirkiyê avêt herêma Mexmûrê û li tehtekî ket, ji bombeyên din cuda bû. Mexmûriyan bal kişandin ser şewata ji ber teqînê û bêhna ku piştre li derdorê belav bû û gotin, muhtemel ee ku çeka kîmyewî be.
Artêşa Tirkiyê di saetên destpêkê yên 15'ê Hezîranê de bi 30 balafirên şer, tevî balafirên bêpîlot bombe li Mexmûr, Şengal û gundên Qendîlê barandin. Ji ber bombardûmanê gelek xanî û gomên gundiyan xera bûn û şewat bi zeviyan ket. Dîmenên nû yên êrişa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê eşkere bûn. Ji dîmenan tê dîtin ku bombeyek hate avêtin naşibe bombeyên din.
Ev bombe li tehtekî dikeve, lê belê tevî ku cihê lê dikeve hemû tehte dibe sedema şewateke mezin. Şewatê jî demeke dirêj, çend saetan dewam kir. Şêniyên Mexmûrê yên hatin cihê bûyerê gotin, ku bêhna sêvê û bêhnên cuda hatine wan û qirika wan şewitiye. Şêniyên Mexmûrê dibêjin ku bombeya hatiye avêtin muhtemel e bombeyeke kîmyewî bibe û dixwazin lêkolîn ser wê ere kirin.