Dewleta Tirkiyê devera Zaxo bomberdûman kir
Hezîran 17, 2020 18:00 Asia/Tehran
Balafirên şer ên dewketa Tirkiyê herwiha îro havîngeha Şerenîş a Zaxoyê jî bomberdûman kir.
Li gor agahiyên hatine wergirtin, dewleta Tirkiyê havîngeha Şeranîş a ser bi navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê bomberdûman dikin.
Ji ber bomberdûmanê ziyaneke zêde gihiştiye rez û baxên welatiyan.Lê hîn derbarê kuştî û birîndarên vê bomberdûman xeberek negihêştiye dest. eva çend roj in ku balafirên dewleta Tirkiyê deverêên curbicur li Iraqê û Kurdistana vî welatî bombebaran dike û eva bûye sedemê nerazîbûna rayedarên iraqî.