Li Herêma Kurdistanê 209 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316796-li_herêma_kurdistanê_209_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 6 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û 209 kes jî bi vîursê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2020 07:09 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 209 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de 6 kes ji ber vîrusa koronayê mirin û 209 kes jî bi vîursê ketin.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 13ê Hezîranê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Covid-19 belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê di dema 24 demjimêrên borî de li ser asta Herêma Kurdistanê 209 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin û 6 kesan jî canê xwe ji dest da.

Wezaretê da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê 56 tûşbûn, li parêzgeha Silêmanîyê 130 tûşbûn û 6 mirin, li Germîyan 27 tûşbûnl li Raperîn 21 û li Duhokê jî 23 tûşbûn hatin tomarkirin. 

Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên bi vîrusa koronayê gihîşt 2,101  kesan ku 632 nexweş baş bûne û 42 kesan jî heta niha canê xwe ji dest dane.

Heta niha  15048 hatine kerentînekirin, lê niha tenê 1952 kes li 36  cihên cuda, di kerentînê de, 268 li Hewlêrê, 19 li Silêmanîyê û 1665 li Duhokê ne. 13,096 kes ji kerentînê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema du hefteyan di kerentînê de derbaz kirine.