Şandeka hikûmeta Herêma Kurdistanê vê heftiyê diçe Bexdayê
Hezîran 13, 2020 19:00 Asia/Tehran
Şandeka hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji bo danûstandinên neft û bûdceya Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.
Serokê nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe bo destpêkirina danûstandinên bûdce û neftê bi Bexdayê re amade kiriye.
Faris Îsa her wiha got, eger hikûmeta navendî ya Iraqê jî amade be şandeka hikûmeta Herêmê dê roja sêşemiyê (16 vê mehê) sedana Bexdayê bike û li ser bûdce û neftê bi berpirsên Iraqî re gotûbêj û danûstandin bike.