Tûşbûna 112 kesên din bi koronayê li Herêma Kurdistanê
Hezîran 13, 2020 04:24 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 112 tûşbûyên nû yên koronayê hatine tomarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 112 haletên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew tûşbûyên nû yên koronayê, 78 kes li parêzgeha Silêmaniyê, 20 kes li Hewlêrê û 14 tûşbû jî li Duhokê hatine tomarkirin.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2,005 kes tûşî vîrusa koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 600 nexweş baş bûne û 38 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1,367 kes jî di nexweşxaneyan de çareseriya pizîşkî werdigirin.