Li Qereçoxê 15 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Fermandarê Pêşmerge li Cebheya Giwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî ragihand di encama operasyoneke Pêşmergeyan de 15 terorîstên DAIŞê li çiyayê Qereçox hatine kuştin.
Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê Sîrwan Barzanî got: "Di maweya 48 saetên dawî de di operasyoneke hevbeş a Pêşmerge û Hêzen Taybet ê Hevpeymaniyê li rojhilatê Çiyayê Qereçox 15 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.”
Piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi alîkariya Îranê terorîstên DAIŞê têk dan û deverên dagîrkirî ji bin destê vê koma terorîst derxistin, ev koma terorîst niha bi şiklê perate û di çarçova şaxeyên veşarîtî de dest davêjin kiryarên terorîstî ku vê dawiyê artêşa Iraqê û pêşmergeyên Herêmê gelek ji wan kuştine an jî girtine û birîndar kirine.