Balefirên Tirkiyê dîsa herêma Biradostê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316711-balefirên_tirkiyê_dîsa_herêma_biradostê_bombebaran_kirin
Balefirên dewleta Tirkiyê gundê Xelîfan a herêma Biradostê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi dexlûdanê gund ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2020 16:37 Asia/Tehran
  • Balefirên Tirkiyê  dîsa herêma Biradostê bombebaran kirin

Balefirên dewleta Tirkiyê gundê Xelîfan a herêma Biradostê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi dexlûdanê gund ket.

Ji beriya çend kêliyan balefirên şer ên dewleta Tirkiyê gundê Xelîfan ê Biradostê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê hatin girtin, di encama êrişê de agir bi zeviyên dexlûdanê gundê Xelîfanê ket. Hate gotin ji ber ku balafirên keşfê li ser asîmanê deverê difirin welatî nikarin agir vemirînin û agir her ku diçe berfireh dibe.