Wezîrê karên derve yê Iraqê û Mesûd Barzanî bi riya telefonê axivîn
Hezîran 09, 2020 12:31 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Iraqê bi riya telefonê digel Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ra axivî.
Li gorî rapora malpera Qetreyê, (Ghatreh), Fuad Hisên, Wezîrê karên derve yê Iraqê pêwendiyeke telefonî jji Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wergirt.
Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, bijartina Fuad Hisên wek Wezîrê karên derve yê Iraqê li wî pîroz kirin.
Wan her wiha hêviya serketinê jibo wezîrê karên derve yê nû yê Iraqê kirin û li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyên Iraqê bi cîhanê ra li ser xêra gelê Iraqê û pêngavrakirina ber bi geşatiya wê pêgirî kirin.