Tirkiyê dîsa êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Tirkiye êrîşên asimanî li ser gund û deverên xelk lê rûdine li Herêma Kurdistanê domand û hin navçeyên Amîdiyê li parêzgeha Dihokê dan ber bombeyan.
Li gorî nûçeya Kurd Pressê ji zarê malpera Awêneyê, Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din gund û şênîwarên Herêma Kurdistanê dane ber bombeyan û cara herî dawiyê navçeya Berwara Jorîn a Amîdiyê kete ber êrîşê.
Ji ber vê êrîşê ku roja Pêncşemiyê pêk hat, gundên Gîlî Dêyra û Bîşîliyê ketine ber bombeyan.
Ji ber êrîşên asimanî û topxaneyî yên Tirkiyê li ser gund û navçeyên xelk lê dimîne li Herêma Kurdistanê, heta niha bi dehan welatiyên Herêmê canê xwe ji dest dane an birîndar bûne. Bi dehan gundên Herêmê jî ji ber jinavçûna binavahiyên pêwîst di encama bombebarana Tirkiyê da hatine valakirin.