Li Herêma Kurdistanê 105 kesên din jî bi Korona ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316511-li_herêma_kurdistanê_105_kesên_din_jî_bi_korona_ketine
Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê 105 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 05, 2020 14:06 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 105 kesên din jî bi Korona ketine

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê 105 kesên din ên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê têkildarî 24 saetên dawî yên vîrusa Koronayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de hezar û 738 test hatine kirin, di encama van de jî li Hewlêrê 12, li Dihokê 6, li Helebceyê 3, li Silêmaniyê 84 bi giştî 105 kesên bi vîrusa Koronayê ketine hatine tespîtkirin.

Hat diyarkirin ku li Silêmaniyê 2 kesên ji ber Koronayê tedawî didîtin jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahiya dawî li Herêma Kurdistanê heta niha hezar û 15 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 444 kes baş bûne, 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, 555 kes jî tên tedawîkirin. Li gel van 959 welatî jî li 34 deveran di karantînayê de ne.