Herêma Kurdistanê; 104 pêketiyên COVID-19'ê hatin tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316453-herêma_kurdistanê_104_pêketiyên_covid_19'ê_hatin_tomarkirin
Li tevahîya Herêma Kurdistanê 104 kesên din di heyama 24 demjimêran de bi vîrusa Koronayê ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 03, 2020 12:34 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê; 104 pêketiyên COVID-19'ê hatin tomarkirin

Li tevahîya Herêma Kurdistanê 104 kesên din di heyama 24 demjimêran de bi vîrusa Koronayê ketine.

Li gorî rapora PUK Media'yê, Belavoka Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ya 99`an hat weşandin û têde tomarkirina 104 pêketiyên nû di heyama 24 demjimêran de hat ragihandin.Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê wiha dide xuyakirin ku ji destpêka derketina vîrûsa COVID-19'ê û heya roja îro 12297 kes hatine qerentînkirin.

Her weha belavoka Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê dibêje; Tenê 938 kes di cihên qerentîneyê de mane ku li 33 cihên cuda de ne, 181 li Hewlêr, 61 li Silêmaniyê, 696 li Duhokê.

Her weha 11359 kes ji ji qerentîneyê derketine û vegeriyane nav malbatên xwe. Ligel wê di heyama 24 demjimêran de 64 kesên din hatine qerentînekirin.

Di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, 1496 pişkinîn ji welatiyan re hatiye kirin.

Di encamê de, 104 pêketiyên nû hatin tomar kirin û bi vê rengî ne.