Li Kelarê 50 sindoqên mêşa hingiv şewitîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316357-li_kelarê_50_sindoqên_mêşa_hingiv_şewitîn
Li gundek Kelarê agir bi dexlûdanê cotyarek ket. Di encamê de 50 sindoqên mêşa hingiv jî şewitîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2020 19:33 Asia/Tehran
  • Li Kelarê 50 sindoqên mêşa hingiv şewitîn

Li gundek Kelarê agir bi dexlûdanê cotyarek ket. Di encamê de 50 sindoqên mêşa hingiv jî şewitîn.

Li gundê Tazedê a ser bi navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyan, agir bi zeviyê cotyarek ket. Di encamê de 50 sindoq mêşên hingiv, 9 donum dexlûdan û baxçe şewitî.

Xwediyê zevî Bîlal Mihemed got; “Ji ber agir 6 donim dexlûdan şewitî. 3 donim baxçe jî şewitî. Herwiha bi giştî 50 sindoqên mêşa hingiv jî şewitîn. Heya niha em sedemê şewatê nizanin.” Bi gihiştina tîmên agir kuj re, agir hate vemirandin.