Êrişa Ukraynê bi mûşekan ser navçeya Wronja Rûsiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358604-Êrişa_ukraynê_bi_mûşekan_ser_navçeya_wronja_rûsiyayê
Qayîmmeqamê navçeya Wronja Rûsiyayê got: Di encama êrişa Ukraynê bi mûşekan ser vê deverê pênc sivîl hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2026-06-23T14:03:28+00:00 )
Hezîran 23, 2026 18:16 Asia/Tehran
  • Êrişa Ukraynê bi mûşekan ser navçeya Wronja Rûsiyayê

Qayîmmeqamê navçeya Wronja Rûsiyayê got: Di encama êrişa Ukraynê bi mûşekan ser vê deverê pênc sivîl hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Elêksandir Gûsiv di daxûyaniyekê de ragihand: Di encama van êrişan de bi dehan kes birîndar bûn. Eva di halekî de ye ku artêşa Ukraynê Duşemiyê ragihand ku êriş kiriye ser karistaneke çêkirina amûrên elektronîk ên mûşekî li navça sînorî ya Wronja Rûsiyayê. Erkantiya artêşa Ukraynê got ku ev karistan beşa sereke ya pîşesaziya berevaniya Rûsiyê ye û û di êrişa ser wê de mûşekên krûz ên hewayî bi kar aniye. Vê erkantiyê her wiha got ku ev karistan jibo çêkirina amûrên elektronîk ên mûşekan bi taybetî jibo sîstema mûşekî ya taktîkî ya Îskender dihat xebitandin. Robêrt Brûdî Fermandê Yekîneyên xwefirî ya Ukraynê jî got ku  yekîneyên di bin fermana wî de beşdarê vê operasyonê bûn.