Binpêkirina agirbesê li Libnanê; Êrişa dubare ya rejîma Siyonîst ser Nebetiyê
Rejîam Siyonîst bi dewama binpêkirina agirbesê li başûrê Libnanê, welatiyên libnanî li navçeya Nebetiyê da ber êrişan û hefareyek têk bir.
Balafirên şer ên rejîma Siyonîst êrişî hefareyekê kirin ku di halê rakirina kelefeyan ji malekê bû ku pêştir li bajarokê Nebetiy Fuqa ketibû ber êrişan.Leşkerên rejîma Siyonîst li taxa Dêrê li bajarokê Nebetiye Fuqa li başûrê Lubnanê gule ber bi welatiyên Lubnanî ve reşandin. Di heman demê de, Bernameya Geşepêdanê ya NY (UNDP) bi hevahengiya Konseya Lêkolînên Zanistî ya Neteweyî ya Lubnanê (CNRS-L) ragihand: Li seranserê başûrê Libnanê di encama êrişên rejîma Siyonîst asta xesareta rasterast a li vaahiyên bi qasî 1.38 mîlyar dolar tê texmînkirin û rêjeya kavilan bi qasî 3.1 mîlyon metrê kup e.Asta herî zêde ya kaviliya avahiyan li bajarê Bênt Cebîlê yên bajarokên Eynasa bi hezar û 658 avahiyan û Bint Cemîl bi hezar û 076 avahiyan e. Di heman demê de, Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîst Yesraîl Katz, di berdewamiya gotinên xwe yên li dijî Lubnanê de roja Duşemê bi şev, îdia kir: Artêşa vê rejîmê dê kavilkirina binesaziya Lubnanê berdewam bike. Gotinên Katz di halekî de neku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2yê Adarê ve hejmara goriyan di dewra nû ya êrişên reîma Siyonîst ser vî welatî gihîştiye 4 hezar û 175 kesan. Hizbullaha Libnanê bi daxûyaniyekê li berteka li himberî destdirêjiyên nû yên rejîma Siyonîst û binpêkirina agirbesê li başûrê Libnnaê ragihand: Artêşa dijminê siyonîst ji hundirê malan çekên otomatîk li ser komek sivîlan li taxa El-Dîr a bajarê Nebetiyeyê avêt ku di encamê de du sivîl şehîd bûn û çend kesên din birîndar bûn.Hizbullahê hişyarî da ku ev kiryara dijmin binpêkirina eşkere ya agirbesê ye ku berxwedan heta niha pêbendî wê bûye.