Beqayî: Em ti hincetekê jibo ranewestandina şer li Libnanê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358606-beqayî_em_ti_hincetekê_jibo_ranewestandina_şer_li_libnanê_qebûl_nakin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Berpirsiyarbûna li himberî rawestandina şêr li Libnanê bi tevahî zelal e û em ti mehneyekê ji Amerîkayê qebûl nakin.
(last modified 2026-06-23T14:16:37+00:00 )
Hezîran 23, 2026 19:25 Asia/Tehran
  • Beqayî: Em ti hincetekê jibo ranewestandina şer li Libnanê qebûl nakin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Berpirsiyarbûna li himberî rawestandina şêr li Libnanê bi tevahî zelal e û em ti mehneyekê ji Amerîkayê qebûl nakin.

Îsmaîl Beqayî bal kişand ser pêwîstiya rawestandina şêr li Libnanê û got Îran tu mehneyekê ji Amerkayê di vê barê de qebûl nake û rawestandina şêr wekî beşa sereke ya lêktêgihîştina vê dawiyê da zanîn.

Beqayî bi rexnekirina ji hin welatên ewropî û navçeyî got Ewropa bi helwêstên xwe, rola xwe kêmreng kiriye û divê nêrîna xwe biguherîne. Beqayî her wiha ragihand: Mijarên navokî û rakirina boykotan di arçoveyeke taybet were nirxandin û meselên mûşekî û berevaniya Îranê di muzakiran de nehatiye hilêxistin. Wî li bara darayiyên blokebûyî yên Îranê got: Divê ev çavkanî jibo hewcetiyên welêt bên bikaranîn û tekez kir ku Îran dê mesela xisaret û qurbaniyên şêr bi dadmendî bişopîne.