Qedexeya hatûçûnê ya di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i316232-qedexeya_hatûçûnê_ya_di_navbera_parêzgehan_de_hat_dirêjkirin
Qedexeya hatûçûnê ya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê de heta 15’ê Hezîranê hat dirêjkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2020 22:37 Asia/Tehran
  • Qedexeya hatûçûnê ya di navbera parêzgehan de hat dirêjkirin

Qedexeya hatûçûnê ya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistana Iraqê de heta 15’ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê ya di navbera parêzgehên herêmê de heta roja 15’ê Hezîranê dirêj kir.

Wezareta Navxweyî ya Herêm têkildarî mijarê daxuyanî weşand û diyar kir ku pêwîst e welatî li gor mercên xweparastina ji Koronayê tevbigerin, her wiha mesafeya di navbera welatiyan de divê ji metrek û nîvê kêmtir nebe, li firoşgehan û cihên xizmetguzariyan maskeyan bi kar bînin. 

  Wezareta Navxweyî têkildarî danîna merasimên şîn û taziyê de hişyarî da û diyar kir, danîna şînê eger li mal be jî, qedexe ye û her kesê biryarê binpê bike dê bi du milyon dînaran were cezakirin.