Li Herêma Kurdistanê di Cejna Remezanê de 72 saetan qedexeya hatûçûnê
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên li dijî belavbûna Koronayê de li Herêma Kurdistanê derketina derve 72 saetan ji bo rojên Cejna Remezanê tê qedexekirin.
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê der barê qedexeya derketina derve de biryarên nû ragihand û diyar kir ku ji bo her sê rojên Cejna Remezanê we qedexeya hatûçûnê pêk were.
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê biryar da ku 72 saetan anku di her sê rojên Cejna Remezanê de, qedexeya hatnûçûnê ya temam were bicihanîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rojên cejnê de tevahiya market, firin û cihên berê ji bo xizmeta welatiyan destûra wan hatibû dayîn wê girtîbin.
Di pêvajoya qedexeyê de wê tenê destûr ji otomobîlên hêzên ewlekariyê, tîmên tenduristiyê û ambulansan re hebe.