Li Silêmaniyê 7 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
May 17, 2020 04:50 Asia/Tehran
Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, li bajarê Silêmaniyê 7 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, li bajarê Silêmaniyê têsta Koronayê ya 7 kesan pozîtîf derket.
Li gorî agahiyên wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê, 4 kes ji wan kesan li bajarê Silêmaniyê ne û yên din jî li nahiya Baziyan ya Silêmaniyê ne. 4 jin û 3 jî zilam in. Di nav wan de zarokekî 10 salî jî heye.