Komeke Xortên Herêma Kurdistanê dest bi meşa Zînî Wertê kirin
May 16, 2020 09:47 Asia/Tehran
Komeke Xortên Herêma Kurdistanê îro dest bi meşa ber bi navçeya Zînî Wertê kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Komeke xortên Herêma Kurdistanê li dijî rûdanên ku vê dawiyê li navçeya Zînî Wertê diqewimin meşek bi dirûşmeya "Emê bi rihê ciwantiyê dagîrkeriyê têk bibin" destpê kirin.
Hatiye ragihandin ku wan xortan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve meşiyan.