Helwêstên dijhev ên rayedarên Herêmê derheqê PKK'ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i315100-helwêstên_dijhev_ên_rayedarên_herêmê_derheqê_pkk'ê
Helwêstên dijhev ên rayedarên Herêmê derheqê PKK'ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Helwêstên dijhev ên rayedarên Herêmê derheqê PKK'ê

Helwêstên dijhev ên rayedarên Herêmê derheqê PKK'ê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiyê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya derketina hêzên PKK'ê ji Herêmê got ku nakokiyên tev YNK'ê bi riya gotûbêjê va tên çareserkirin û hebûna hêzên Pêşmerge li navçeya Zînî Wertê ya parêzgeha Hewlêrê demkî ye.Ev di halekî da ye ku Osman Kerîm Siware cîgirê serokê Komîsiyona Pêşmerge li Parlimana Herêma Kurdistanê roja Îniyê tevî derewzanîna pevçûna navbera Pêşmergeyên YNK û Partiya Dêmokrat li Zînî Wertê, derbarê hebûna hêzên PKK'ê li Herêma Kurdistanê got: Ev hebûn (PKK) rastiyek e û Herêm dê şerê bi vê partiyê ra neke.