Firokeyên Tirkiyê dîsa li devera Zîna Wertê dan
Nîsan 20, 2020 10:35 Asia/Tehran
Firokeyên şer yên Tirkiyê dîsa devera Zîna Wertê ya Herêma Kurdistana Iraqê bordûman kirin.
Televîzyona K24 ragihand, îro danê sibê derdora saet 04:30 firokeyên Tirkiyê çiyayê Dirrebî, ku dikeve navbera gundên Wertê û Zargelî yên devera Biradost, bordûman kirin.
Li gorî agahiyan, firokeyên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên PKKê ew der bordûman kirin.
Çend roj berê jî firokeyên Tirkiyê devera Zîna Wertê bordûman kiribûn, di wê êrişê de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn.
PKKê îîdia kirye ku sê kesên hanê di encama îxbara ku PDKê dabû Tirkiyê hatin kuştin, çûnku ew piştî vegerîna ji hevdîtina bi pêşmergeyên PDKê re hatibûn bombebarankirin.