Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Mesûd Barzanî civiya
Endamên Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro bi serperiştiya Mesûd Barzanî civiyan.
Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed li koma nûçegîhanan ragihand, di civînê de dawîn pêşhatên rewşa navxweyî yên Herêma Kurdistanê, piştevaniya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê û rêkarên hikûmetê di vî warî de hatin hilkolandin.
Mehmûd Mihemed diyar kir, di civînê de guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mustefa Kazimî, tekezîkirina li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û mafên yasayî û darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê de hatin kirin, ku pêwîst e di kabîneya bê de werin berçavgirtinê.
Wî herwiha amajeyî wê yekê jî kir ku ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan jî, diyalog baştirîn rêçare ye.