PKK: 3 gerîlayên me di encama îxbara PDKê de hatine kuştin
PKKê desnîşan kir ku 3 gerîlayên wê yên ku li Zînî Wertê di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirkiyê de hatine kuştin, ji bo hevdîtinê çûbûn noqteya pêşmergeyên PDK’ê û piştî ji wir vegeriyan e, hatine kuştin.
Têkildarî aloziya li herêmê û kuştina 3 şervanên PKKê di encama bombebarana balafirên Tirkiyê, îro PKKê daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de ragihand ku 3 endamên wê ku di êrîşa dewleta Tirkiyê hatine kuştin, li ser aloziya li Zînî Wertê, ji bo hevdîtinê çûbûn noqteya pêşmergeyên PDK’ê û piştî vegerê bûne hedefa êrîşên balafiran.
Di daxuyaniya PKKê hatiye îdia kirin: “PDK’ê li Zînî Wertê baregehek Pêşmergeyan çêkiriye û xwestiye qadên gerîla dorpêç bike.Yekîneya 3 kesî ya gerîla, çûbûn kampa ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicîh bûne û ji wan re gotine ku hebûna wan a li vir rast nîne û xwestine ji wir derkevin. Yekîneya gerîla ya 3 kesî, piştre ji cihê ku pêşmergeyên PDK’ê lê bicîh bûne derketine û li cihekî nêzî wê bicîh bûne. Rojek piştî ku yekîneya gerîla ji cem PDK’iyan çûn, balafirên şer noqteya gerîla bombebaran kiriye. Di vê êrîşê de her sê gerîla jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş di encama îxbarê de pêk hatiye. Li cem noqteya gerîla tu wargehek an jî zomek nîne. Lewma tê fêmkirin ku zanyariyên cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatine dayîn.”