Êrişa hewayî ya Tirkiyê ser meqerên PKK li Herêma Kurdistanê
Balefirên cengê yên artêşa Tirk, meqerên PKK li devera Zînî Wertê li bakurê Hewlêrê ku nêzîkî meqerên Pêşmerge yên YNK û PDK ne, bi tundî bombebaran kirin.
Li gorî rapora malpera Xelkê, siet 11 şeva derbasbûyî, du balefirên cengê yên artêaş Tirkiyê devera Zînî Wertê li 110 km bakurê Hewlêrê û nêzîkî navça Serkepkanê bi tundî bombebaran kirine.
Li gor vê nûçeyê,çend sietan piştî vê êrişê jî balefirên sîxoriyê yên Tirkiyê ser esmanê çiyayê Qendîlê, nabça Zînî Wertê û Balekaytiyê dest bi gereçavdêriyan kirine.
Hêjayî gotinê ye Hêzên Pêşmerge yên ser bi YNK û partiyê jî tev hêzên PKK xwediyê meqerên cuda li vê deverê ne û li Zînî Wertê bi cih bûne.
Li ser devera Zînî Wertê li nêzîkî çiyayê Qendîlê di navbera PDK,PKK û YNK da nakokî hene. Di heftiyên derbasbûyî de hin nakokî di navbera hêzên PDK û YNK li vê deverê derketine û herîdawîyê her du aliyan li bara avakirina meqereka hevpar ku cihê damezraîna hêzên her du partiyan be, li hev kiribûn . Ev hevhatina di navbera YNK û PDK de bû sedema nerazîbûna PKK ku hêzên wê pêştir li wir bi cih bibûn.