Mesrûr Barzanî: Qedexetiya hatûçûyê dê bidome
Nîsan 15, 2020 12:00 Asia/Tehran
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî ser dewama qedexetiya hatûçûyînê heta dema kontrolkirina tam a Koronayê li Herêmê kir.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li peyameke twîterî nivîsî: Îro min bi odeya operasyonê ya Hewlêr re bi riya telefonê gotûbêj kir û min ji ber zehmetî û dilsojiyên wan sipasiya wan kir. Her wiha min ji wan xwest bila dewamê bidine cihanîna qayîde û qirarên parastina tendrsutiyê.
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye tekezkirin: Qedexetiya hatûçûyînê dê bi awayekî sînordar bê domandin heta dema ku belavbûna vîrûsa Koronayê tam were kontrolkirin.