Ji ber Koronayê lidarxistina merasimên Enfalê li Herêma Kurdistanê hat îbtalkirin
Wezîrê Çand û Xortan ê Herêma Kurdistanê ragehand ku ji ber xetera belavbûna vîrûsa Koronayê û qedexetiya hatûçûyîn û kombûnan li Herêmê, tu merasimek bi boneya salvegera jînosayda Enfalê û bîranîna goriyên wê nayê lidarxistin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Qeyrana ku bi belavbûna vîrûsa Koronayê li Herêmê pêk hatiye û bûye sedema kivşkirina qayîde û qirarên giran ên Qerentîna giştî û Qedxetiya Hatûçûyînê, her wiha bûye sedem lidarxistina merasimên neteweyî û giring ên li Herêmê ji wan lidarxistina merasima bîranîna goriyên bombebarana kîmyawî ya Helebçeyê û merasimên newrozê îbtal bibin û niha jî Muhemed Muhemed seîd Wezîrê Çand û Xortan ê Herêma Kurdistanê bi peyamekê ragehand ku ji ber rewşa Koronayê tu merasimek bi boneya salvegera 32'an a jînosayda Enfalê li Herêmê nayê lidarxistin.