Hewlêr: Neşandina bûdcê ji aliyê Bexdayê hegera paşdeketina dayîna mûça kedkaran e
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê raghand ku ji ber nedayîna bûdca têkildarî miaşa kedkaran û mûçexorên herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê, dayîna vê mûçê paşde ketiye.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, û ji zarê malpera nûçana Xendanê, Cotyar Adil berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê li daxûyaniyeka fermî de ragahnd ku belavbûna vîrûsa koronayê piraniya welatên cîhanê rastî rewşa dijwar a aborî û tendrsutiyê kiriye û Herêma Kurdistanê jî ji vê rewşa nexwestî dûr nemaye û hikûmetê hemî hêza xwe bona rawestana li ber vê nexweşiyê bi kar aniye û hemî welatiyan jî xatircem dike ku parastina can û dabînkirina miaşa wan ewlewiyeta erkên dewletê ye.
Wî li bara dayîna mûşa kedkar û mûşexorên Herêam kurdistanê jî teqez kir ku heta niha kedkarên wezaretxanên Pêşmerge, Tendrsutî, aborî û karûbarên navxwe, miaşa xwe wergirtine û bûdca miaşa van beşana bi derhatên navxwe yên herêmê hatien dayîn û dewlet bo dayîna mafên kedkarên din li benda wergirtina bûdcê ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ye û demlidest piştî wergirtina vê bûdcê miaşa hemî kedkar û mişagiran bi parastina meselên tendrustiyê dê bide.
Cotyar Adil her wiha bal kişand ser dewama hewldanên hikûmeta Herêam Kurdistanê bon arawestana li ber koronayê û kêmkirina bandorên wê ser aboriya herêmê û ji sebr û tamula welatiyan li vê rewşê sipasî kir û got: divê yeko yekê civakê bona derbasbûna ji xetera vê nexweşiyê hevkariyê bikin.
Wî her wiha got: Hemî alî divê rewşa heyî bi rastbînî şirove bikin û ew rewşa nebe sedema îstifadeyên siyasî û ev gefa bi tenê li dijî dewlet an tevgerekê nîne û hemî bi hev re di ber xetera vê nexweşyê ûş dûhatên wê yên neyînî ne û bi hev re dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.