Tevgera Gorran nezelalbûna karûbarên aborî li Herêma Kurdistanê rexne kir
Nûnerê Tevgera Gorran li Meclisa Iraqê dewleta Herêma Kurdistana vî welatî tawanbar kir ku derheq karûbarên aborî bi taybet di warê dayîna meaşa karmendan siyaseteke nezelal girtiye ber xwe û got: Ji me re diyar nîne Dewleta Herêmê derhatên neftê û bûdca ku ji dewleta navendî ya Iraqê standiye çawa û li kê derê terxan û xerc kiriye.
Nûnerê Tevgera Gorran li Meclisa Iraqê Xalib Muhemed bi weşandina nivîsarekê di Facebookê de dewleta Herêma Kurdistana vî welatî tawanbar kir ku derheq karûbarên aborî bi taybet di warê dayîna meaşa karmendan siyaseteke nezelal girtiye ber xwe û ev kiryara wê bi şidet rexne kir û ragihand ku li mideha 23 rojên borî dewleta Iraqê bûdca du mehan a meaşa karmendên Herêmê ku dike 908 milyard Dînar daye dewleta vê Herêmê, Lê belê Hikûmeta Herêmê bi tenê meaşa mehekî ya karmendên 4 wezaretxanan daye û meaşa karmendên din paşda xistiye.
Xalib Muhemed herwiha nivîsiye: Ji me re diyar nîne Dewleta Herêmê derhatên navxwe û neftê û bûdca ku ji dewleta navendî ya Iraqê standiye çawa û li kê derê terxan û xerc kiriye, ji bilî viya dewleta Iraqê 3 milyard Dînar jî bona rawestana li ber Koronayê daye dewleta Herêmê ku jî ne diyar e.
Vî parlemanterê Gorran di rewşekê ji ber vê yekê rexne li dewleta Herêma Kurdistanê digire ku wezareta daratî û malhebûnê ya Herêmê li dewstê vê tevgerê ye.