12 kesên din li Kurdistanê tûşî Korona bûn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i314376-12_kesên_din_li_kurdistanê_tûşî_korona_bûn_e
ji bilî 10 kesên din ku pêr bi koronayê ketibûn, 2 kesên din jî li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn û bi vê yekê, hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2020 05:04 Asia/Tehran
  • 12 kesên din li Kurdistanê tûşî Korona bûn e

ji bilî 10 kesên din ku pêr bi koronayê ketibûn, 2 kesên din jî li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn û bi vê yekê, hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan.

Wezareta Tendirustî ya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiriye, li berdewamiya pişkinîn û gerîna li pey gumanlêkiriyan, 2 tûşbûyên Vayrosa Korona hatine destnîşankirin, ku yek ji wan zilamek 34 salî ye, ku li Hewlêrê di karentînê de bû û yê din jî,  zilamek 37 salî, li bajarê Helebce ye.

Beriya niha jî, Wezareta Tendirustiyê ragihandibû, di dema 24 demjimêrên borî de, 10 kesên din li herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e û bi vê yekê, bi giştî hejmara tûşbûyan li herêma Kurdistanê gihîşte 115 kesan. Ji wan 2 kesan canê xwe jidest dan e û 39 kes çareser bûn e. Yên din jî, di bin çavdêriya bizîşkî de ne.

Ji aliyek din ve, Qaymeqamiyeta qezaya Çemçemalê belav kiriye, ew 2 zarokên bajarokê Tekîye, yên tûşî Korona bûbûn, niha baş bûn e û nexweşxane bicîh hiştin e.

Herwiha li bajarên Silêmanî û Hewlêrê 12 nexweşên Koronayê baş bûn.

Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê şeva çûyî ragihand, 3 nexweşên Koronayê li Hewlêrê baş bûn û vegeriyan mala xwe.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê, Dr. Sebah Hewramî jî şeva borî ragihand, 9 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê baş bûn û vegeriyan mala xwe.

Heta niha bi giştî 51 nexweşên Koronayê li Herêma Kurdistanê baş bûne.