Hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kurdistanê giheşte 99 kesî
Adar 25, 2020 11:26 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 2 haletên nû yên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li wê Herêmê hatin tomarkirinê û bi vî awayî hejmara tûşbûyîyan giheşte 99 kesî.
Wezareta Tenduristî û Dermankirinê ya Herêma Kurdistanê îro di daxûyanîyekê de ragihand ku 2 haletên nû yên tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirinê.
Ligorî wê daxûyanîyê, ew 2 kesana 2 mêrên 35 salî niştecihê Hewlêrê ne.
Heta vê gavê hejmara tûşbûyîyên Koronayê li Herêma Kurdstanê giheştîye 99 kesî, 2 kesan canê xwe ji dest dane û 27 kes jî baş bûne.