12 milyard dolar ziyan li pêşeya tûrîsma Tirkiyê ketiye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/karîkatur-i214150-12_milyard_dolar_ziyan_li_pêşeya_tûrîsma_tirkiyê_ketiye
Derhata Tirkiyê di sala nû da yê bi qasî 12 milyard dolaran kêm bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 23, 2016 03:05 Asia/Tehran
  • 12 milyard dolar ziyan li pêşeya tûrîsma Tirkiyê ketiye

Derhata Tirkiyê di sala nû da yê bi qasî 12 milyard dolaran kêm bibe.

Li gorî rapora PressTV`yê, Dawûd Cetin, serokê odeya pêşe û bazirganiya Antaliyayê got: Hejmara tûrîstan di sala 2016`an da ser hev da bêje sifir bûye û çav li rê ye ku bi dû êrişên têrorîstî yên vê dawiyê hejmara tûrîstên ji Ewropayê nemaze ji ALmaniyayê tên, bi awayekî berbiçav kêm bibe.

Çetini her wiha got: Gellek xweiyên hotêlan yê îsal hotêlên xwe girêdin û di encama qeyrana tûrîsmê da yê nêzî 80 heta 100 hezar kes li Antaliyayê bêkar bibin.

Hecî Silêman, serokê odeya hotêldarên devera tûrîstî ya Medîteranê jî got: Li rapora berê ya odeya tûrîsmê 8 milyar dolar ziyan hatibû texmînkirin ku êrişa têrorîstî ya vê dawiyê li Istenbolê dikare rewşê aloztir bike.

Eva li halekî ye ku rojnama Huriyet çapa Tirkiyê, rewşa pêşeya tûrîsma Tirkiyê di sala 2016`an da gellekî girantir û aloztir ji pêşbîniyên pisporên vê pêşeyê nirxandiye.