-
Papa Francis soz da Berhem Salih ku wê sefera Iraqê bike
Tesrîn 25, 2018 12:16Rêberê Katolîkên cîhanê li hevdîtina serokomarê Iraqê li Vatîkanê deweta wî ya ji bo seredana Iraqê qebûl kir û biryar e ew seredana bajarê Ûrê cihê jidêbûna Hz. Îbrahîm (S) jî bide.
-
20 veşargehên DAIŞê li başûra Kerkûkê peyda bûn
Tesrîn 25, 2018 12:07Hêzên artêşa Iraqê di encama operasiyonekê li başûra Kerkûkê karî 20 veşargehê terorîstên DAIŞê li mêzîkiya Daqûqê peyda bikin.
-
Pêgiriya Berhem Salih û serokwezîrê Îtalyayê li ser kêmkirina kêşeyên navçeyê û jinavbiirna têrorîsmê
Tesrîn 23, 2018 13:24Serokomarê Iraqê li sefera xwe ya bo Romayê ji bo beşdariya li konferanseka navneteweyî ji aliyê hevtayê xwe yê Îtalyayî va hat pêşwazîkirin û tev serokwezîrê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.
-
Pêgiriya Barzanî û Malikî li ser hewildana ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Bexda - Hewlêrê
Tesrîn 23, 2018 13:23Rêberê Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistana Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li er girîngiya hewildana ji bo kêşeyên li ser riya pêşerojê û çareserkirina pirsgirêkên navbera dewletên Iraqê û Herêma Kurdistanê pêgirî kirin.
-
Berhem Salih: Ne-aramiya Iraqê dê bibe sedema zêdebûna têrorîsm û Koçberiyê
Tesrîn 23, 2018 06:09Serokomarê Iraqê roja Pêncşemiyê li konferansa "Goptûbêjên Deryaya Sipî" li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê got: Ne-aramiya li Iraqê dibe sebeba zêdebûna têrorîsmê û koçberiya ber bi Ewropayê va.
-
Wezîrê karên derve yê Iraqê: Bexda pêwendiyên xwe yên ticarî bi Îranê ra didomîne
Tesrîn 23, 2018 05:00Wezîrê karên derve yê Iraqê, Mihemed Elî Hekîm bi gotina vê yekê ku boykotên Azmerîkayê li dijî Îranê tu têkilliya xwe bi Bexdayê ra tune, got: Iraqê pêwendiyên xwe yên ticarî bi Îranê ra didomîne.
-
Hevdîtina Ebdulmehdî û Barzanî bona hilkolandina rewşa siyasî û kemilandina kabîna dewleta Iraqê
Tesrîn 22, 2018 14:35Serokwezîrê Iraqê û serokê partiya Demokrata kurdistanê li Bexdayê bi hev re civiyan ku rewşa siyasî û pêvajoya kemilandina kabîna dewleta nû ya vî welatî bidin ber behs û nîqaşê.
-
Şandina yekîneyên eskerî yên artêşa Iraqê bo sînorê hevpare vî welatî tev Sûriyê
Tesrîn 22, 2018 14:02Artêşa Iraqê ji şandina yekîneyên zêdetir bo sînorên hevpare vî welatî tev Sûriyê bona girtina pîşiya ketina terorîstên DAIŞê bo nav axa Iraqê xeber da.
-
Hikûmeta Iraqê pêşewaziya sefera Mesûd Barzanî ya Bexdayê kir
Tesrîn 22, 2018 09:05Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî sefera serokomarê vî welatî bo welatên navçê bi feyde û serkevtî da zanîn û li vî halî de sefera serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî bo Bexdayê jî pêngaveke erênî nirxand û diyar kir ku wê îro pê re biaxive.
-
Celladekî DAIŞê li Kerkûkê hat girtin
Tesrîn 22, 2018 07:49Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, çekdarekî koma terorîst a DAIŞê ku karê wî serjêkirina mirovan bûye, li Kerkûkê hat girtin.