Berhem Salih: Ne-aramiya Iraqê dê bibe sedema zêdebûna têrorîsm û Koçberiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298422-berhem_salih_ne_aramiya_iraqê_dê_bibe_sedema_zêdebûna_têrorîsm_û_koçberiyê
Serokomarê Iraqê roja Pêncşemiyê li konferansa "Goptûbêjên Deryaya Sipî" li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê got: Ne-aramiya li Iraqê dibe sebeba zêdebûna têrorîsmê û koçberiya ber bi Ewropayê va.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2018 06:09 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Ne-aramiya Iraqê dê bibe sedema zêdebûna têrorîsm û Koçberiyê

Serokomarê Iraqê roja Pêncşemiyê li konferansa "Goptûbêjên Deryaya Sipî" li bajarê Romaya paytexta Îtalyayê got: Ne-aramiya li Iraqê dibe sebeba zêdebûna têrorîsmê û koçberiya ber bi Ewropayê va.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Berhem salih, Serokomarê Iraqê bi gotina vê yekê ku aramî û tenahiya li Iraqê  li ser xêra berjewendiyên navçe, Ewropa û Cîhanê ye, destnîşan kir: Bêşolbûna komkî ya ciwanan, hebûn awareyan li kampên pûenaberan, belengazî û nearamî ji hokarên zêdebûna têrorîsm û zêdegaviyê ne.

Li konferansa "Gotûbêjên Medîteraneyê" serokomar, serokwezîr, wezîr û rêvebirên saziyên navneteweyî û xuliqkar beşdar bûne.

Wezîrên karên derve yên Îran û Rûsiyê jî beşdarî vê konferansê bûne û biryar e derbarê mijarên girîng weke ewlehiya gelemperî, amûrên têkoşîna dijî têrorîsmê, rêvebiriya Koçberiyê, boykot û rola Îlan li cîhanê biaxivin.