Hevdîtina Ebdulmehdî û Barzanî bona hilkolandina rewşa siyasî û kemilandina kabîna dewleta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298403-hevdîtina_ebdulmehdî_û_barzanî_bona_hilkolandina_rewşa_siyasî_û_kemilandina_kabîna_dewleta_iraqê
Serokwezîrê Iraqê û serokê partiya Demokrata kurdistanê li Bexdayê bi hev re civiyan ku rewşa siyasî û pêvajoya kemilandina kabîna dewleta nû ya vî welatî bidin ber behs û nîqaşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2018 14:35 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Ebdulmehdî û Barzanî bona hilkolandina rewşa siyasî û kemilandina kabîna dewleta Iraqê

Serokwezîrê Iraqê û serokê partiya Demokrata kurdistanê li Bexdayê bi hev re civiyan ku rewşa siyasî û pêvajoya kemilandina kabîna dewleta nû ya vî welatî bidin ber behs û nîqaşê.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Radyo El-Murbed, nivîsgeha  Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê nûyê Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku ew li nivîsgeha xwe li bajarê Bexdayê pêşewaziya Mesûd Barzanî serokê partiya Demokrat kiriye.

 Di hemne demê de, çavkaniyeke siyasî destnîşan kir ku Ebdulmehdî û Barzanî li hevdîtina xwe rewşa siyasî ya Iraqê û pêvajoya kemilandina kabîna  dewleta nû ya vî welatî hilkolin.

  Hêjayî gotinê ye ku serokê partiya Demokrat a Kurdistanê îrî beriya nîvro li yekim sefera xwe ya Bexdayê ji dema lidarxistina giştpirsiya Herêma Kurdistanê ji Iraqê, derbasî balefirgeha  navneteweyî ya vî bajarî bû û ji aliyê Muhemed El-Helbûsî serokê parlemana  vî welatî û Hadî Amêrî, serokê hevalbendiya Fathê û sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê ve hat pêşewazîkirin.