-
Iraqê qedexeya hatûçûna bo Îranê dirêj kir
Sibat 25, 2020 02:11Balyuzxana Îranê li Bexdayê ragihand ku Hikûmeta Iraqê qedexeya hatin û çûna ji sînorên bi Îranê re bo dema 15 rojên din dirêj kir yanî ew heya 6 Adara 2020 nikarin hatûçûna Îranê bikin.
-
Parlemana Iraqê dema dayîna baweriyê bi dewleta Elawî kifş kir
Sibat 24, 2020 16:26Parlemana Iraqê vê pêncşemiya bê wekî dema dayîna dengê baweriyê bi dewleta Muhemed Tewfîq Elawî kifş kir.
-
Wezareta Pêşmerge û berevanîya Îraqê di civînê de ne
Sibat 24, 2020 11:55Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexdayê ragehand: Demekê berî niha, şandeka wezareta Pêşmerge, bi serokatî ya Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge gehîşte wezareta berevanîya Îraqê li Bexda û ji alîyê Necah Şemerî, wezîrê berevanîya Îranê û şandeka wê wezaretê pêşwazî hatin kirin
-
Mihemed Elawî pêşniyara zêdekirina par û pişka kurdan kiriye
Sibat 24, 2020 04:55Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê rasipartî yê Iraqê pêşniyara zêdekirina par û pişka kurdan li wezaretxaneyan kiriye.
-
Cîgirê serokê parlemana Iraqê: Civîna dengê baweriyê bo dewleta Elawî çarşemyê dê were lidarxistin
Sibat 23, 2020 12:51Cîgirê serokê parlemana Iraqê teqez kir ku civîna parlemanê bo dengê baweriyê bo kabîna pêşniyarkirî ya serokwezîrê rasipartî yê vî welatê paşde ketiye û çarşemiyê dê were lidarxistin.
-
Çend teqînan Bexda hejand
Sibat 23, 2020 08:38Şeva borî çend teqînên bihêz li çend taxên Bexdayê çêbûn û di encamê de hejmareka hemwelatiyên Iraqî jî birîndar bûne.
-
Mescidî: Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên iraqiyan
Sibat 22, 2020 14:58Balyozê Îranê li Bexdayê teqez kir: Çarenivîsa Iraqê gelê vî welatî kivş dikin û Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên vî gelî.
-
Pûçkirina hewildana DAIŞê li Xaneqînê jibo êrişa ser gundekî
Sibat 22, 2020 08:06Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku êrişeke DAIŞê, li gundekî navçeya Xaneqînê pûç derxist.
-
Ellawî ji ber astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabîna Iraqê rexne kir
Sibat 20, 2020 05:25Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna Iraqê ji hin alîyan bi hegera astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabînê rexne kir û aşkere kir ku ew dê roja Duşemê kabîneya nû pêşkêşî Parlimanê bike.
-
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Iraq dê nebe pêgehek jibo êrişa ser welatên din
Sibat 18, 2020 15:14Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got ku welatê wî yê nebe pêgehek jibo êrişa ser welatên din.