Çend teqînan Bexda hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313467-Çend_teqînan_bexda_hejand
Şeva borî çend teqînên bihêz li çend taxên Bexdayê çêbûn û di encamê de hejmareka hemwelatiyên Iraqî jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2020 08:38 Asia/Tehran
  •  Çend teqînan Bexda hejand

Şeva borî çend teqînên bihêz li çend taxên Bexdayê çêbûn û di encamê de hejmareka hemwelatiyên Iraqî jî birîndar bûne.

                                                              

Çavkanîyeka ewlekarîyê li Bexda ragehand, şeva bûrî zicîre teqînek li deverên Şûile, Meştel, Zeiferanîye û Ebudeşîr rûdan û bi sedema wan teqînan 9 kes birîndar bûn.

Ji aliyê din ve ajansên medyaya Iraqê ragihandin ku çend bombeyên çandî li  taxên Ebu Deşîr, Meşitel, Zeferanîye, Şeab, Mehalîf, Hebîbîye û Şule yên Bexdayê teqiyan ku di encama wan de 17 kes brîndar bûn.

Heta niha berpirsên fermî yên Iraqê derbarê teqînan da û ziyanên wan da ti daxuyanî belav nekirine, lê belê wer xuya dike ku ev teqîn karê koma terorîstî ya DAIŞê bibin.