Wezareta Pêşmerge û berevanîya Îraqê di civînê de ne
Sibat 24, 2020 11:55 Asia/Tehran
Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexdayê ragehand: Demekê berî niha, şandeka wezareta Pêşmerge, bi serokatî ya Şoriş Îsmayîl, wezîrê Pêşmerge gehîşte wezareta berevanîya Îraqê li Bexda û ji alîyê Necah Şemerî, wezîrê berevanîya Îranê û şandeka wê wezaretê pêşwazî hatin kirin
Li gor zanyarîyan di civînê de, gotûbêj tên kirin derbarê maf û şehnîyên darayî yên Pêşemerge.
Wezareta Pêşmerge daxwaz dike di kabîneya nû ya hikumeta Îraqê de, mafên destûrîyên Pêşmerge bihên desteberkirin.