Êrişa bi mûşek û xwefiran a Yemenê ser binkeya leşkerî ya siûdî
Îlon 13, 2026 18:51 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ji êrişa bi mûşek û xwefiran a ser binkeya leşkerî ya Siûdî li navçeya Şerûrê li parêzgeha Necranê agahî da.
Sertîp Yehya Serî got: Depoyên çekan û odeyên fermandetî û kontrolê yên têkildarî operasiyona dijî Yemenê bûne hedef û tam li armanc ketine. Hevgavê viya hêzên yemenî basa kemîneke karwanekî zirixî ya ser bi Erebistanê û derbeyên giran li alavên wê kirin. Di eynî demê de çavkaniyên yemenî basa dewama êrişên hewayî yên Erebistanê dikin. Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê pêgîrî kir heta dema dewama êriş û dorpêça dê operasiyona bi mûşek û xwefiran ser binkeyên siûdî berdewam be.
Serepeyv