Pûçkirina hewildana DAIŞê li Xaneqînê jibo êrişa ser gundekî
Sibat 22, 2020 08:06 Asia/Tehran
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku êrişeke DAIŞê, li gundekî navçeya Xaneqînê pûç derxist.
Li gor daxuyaniya Heşda Şeibîyê, li gundekî Xaneqînê hêzên Heşda Şeibî erişeke çekdarên DAIŞê têkşikandin.
Li gorî daxûyanîya Heşda Şeibîyê, çekdarên DAIŞê êrişî Gundê Elî Sadûnê kirin û hêzên Heşda Şeibî bersiva wan dane.
Gundê Elî Sadunê li 5 kîlometreyan rojavayê Xaneqînê ye û piraniya nîştecihên wî malbatêm Ereb in.
Di 6ê Sibata Îsal de jî çekdarên DAIŞê êrişê heman gundî kiribûn di encamê de ji malbetekê 3 kes birîndar bibûn.