-
Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
Hezîran 22, 2020 05:09Parlamentera parlamentoya Iraqê Yusra Recep ji bo hilweşandina lihevkirina ewlekarî ya Iraq a bi Tirkiyeyê re, banga civînek lezgîn a parlamentoyê kir. Yusra, anî ziman ku li gorî peymanê eskerên Tirkiyê tenê dikarin 35 kîlometre têkevin nava axa Iraqê, lê balafirên şer ên Tirkiye 193 kîlometre sînor derbas kiriye û 158 km sînor îhlal kirine.
-
Elawî ji ber êrîşên Tirkiye rexne li siyaseta Amerîkayê girt
Hezîran 21, 2020 17:07Serokê Hevpeymana Nîştîmanî ya Iraqê Îyad Elawî bi peyamekê rexne li siyaseta dû rû ya Amerîkayê girt û got, “Eger Amerîka di xema ewlekarî û îstîqrara Iraqê de ye, çima li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng e?.”
-
Parlamenterê Saîrun: Divê Iraq hemû kertan dijî Tirkiyê bikar bîne
Hezîran 21, 2020 16:34Parlamenterê Hevpeymana Sairun Cemal Faxîr daxuyakirin ku dewleta Tirkiyê binpêkirinek mezin pêkaniye û got; “Tirkiye hemû pîvanên dîplomasî û navnetewî hemberî Iraqê binpêkiriye. Divê balyozxana Tirkiyeyê were girtin û hikumet ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirkiyê, hemû kertan bikarbîne.”
-
El-Nuceba bo Parlimanê: "Bila ji serokwezîrê Iraqê were xwestin ku li dijî hêzên dagîrker ên Tirkiyê tevdîran bigire"
Hezîran 20, 2020 16:55Tevgera El-Nuceba ya Iraqê daxuyaniyeke girîng a ji 9 xalan li dijî dagîrkeriya Amerîkayê û destwerdanên Tirkiyê da.
-
Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê êrîşa DAIŞê ser Diyaleyê têk şikandin
Hezîran 20, 2020 05:11Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê Îniyê bi şev hewildana çeteyên Koma têrorîst a DAIŞê jibo êrîşa ser parêzgeha Diyaleyê pûç kirin.
-
Bexda: "Emê destdirêjiyên Tirkiyê ser bakurê Iraqê bi riya NY bişopînin"
Hezîran 20, 2020 05:11Berdevkê Wezareta karên derve ya Iraqê roja Îniyê di ngotûbêja bi El-Meyadînê da tevî şermezarkiirna êrîşên Tirkiyê sser bakurê Iraqê, destnîşan kir: "Bexda destdirêjiyên Tirkiyê ser bakurê Iraqê dê bi riya NY va bişopîne."
-
Misrê êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê şeremzar kir
Hezîran 19, 2020 08:48Wezareta Karên Derve ya Misrê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka Bakurê Iraqê û derbasbûna leşkerên Tirkiyê nav axa Iraqê berevajiyê lihevkirina navnetewî ye û bi tûndî şermezar kir.
-
Iraq- Hezar û 463 kesên din bi Koronayê ketine
Hezîran 19, 2020 05:27Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê heyama 24 saetên dawî yên Koronayê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ragihand hezar û 463 kesên din bi Koronayê ketine û 83 kes jî bi Koronayê mirine.
-
Iraqê ji Tirkiyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
Hezîran 18, 2020 14:52Wezareta Karên Derve ya Iraqê, piştî êrişên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, Şengal û Qendîlê, cara duyemîn bangî Sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz kir û jê xwest ku Tirkiye leşkerên xwe yên li ser axa Iraqê, Başîka û cihên din paşve vekişîne.
-
Iraqê dîsa balyozê Tirkiyê vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir
Hezîran 18, 2020 12:57Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestokirinê radestî wî kiriye.