Elawî ji ber êrîşên Tirkiye rexne li siyaseta Amerîkayê girt
Serokê Hevpeymana Nîştîmanî ya Iraqê Îyad Elawî bi peyamekê rexne li siyaseta dû rû ya Amerîkayê girt û got, “Eger Amerîka di xema ewlekarî û îstîqrara Iraqê de ye, çima li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng e?.”
Serokê Hevpeymana Nîştîmanî ya Iraqê Îyad Elawî têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê rexne li siyaseta dû rû ya Amerîkayê girt.
Elawî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam weşand, “Eger Amerîka dixwaze peywendiyên stratejîk bi rêyên diyalogê li gel Iraqê pêşbixe, di xema parastin û aramiya herêmê de ye, wê demê çima li beramber êrîşên Tirkiyê yên dijî Iraqê bêdeng e? Ji ber Tirkiye endamê NATO’yê ye!
Îyad Elawî bi xwe ji mezheba Şîe’ye lê serokatiya koalîsyoneke Sûnî dike û piştî hilweşîna rejîma Sadam demek serokwezîrtiya Iraqê jî kiriye. Her wiha Îyad Elawî siyasetmedar û berpirsekî Iraqî yê nêzî Amerîka tê zanîn.