Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê êrîşa DAIŞê ser Diyaleyê têk şikandin
Hezîran 20, 2020 05:11 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê Îniyê bi şev hewildana çeteyên Koma têrorîst a DAIŞê jibo êrîşa ser parêzgeha Diyaleyê pûç kirin.
Li gorî rapora Tasnim Newsê, Heşda Şeibiyê bi daxuyaniyekê ragihand: "Hêzên tîpa 23 ya vê rêxistinê, êrîşa çeteyên DAIŞê li sser bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyaleyê têk şikandin û çete neçar kirin ku birevin."
Di vî halî da çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê roja Îniyê qala şehîdbûna endamekî Hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê bi destê nîşanbazên çete yên DAIŞê li nêzikî Şaristana Miqdadiye li 40 kîlometriya bakurê rojhilata Beqûbeyê li parêzgeha Diyaleyê kir.