​​​​​​​Iraqê dîsa balyozê Tirkiyê vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i316929-iraqê_dîsa_balyozê_tirkiyê_vexwend_û_muzakereya_protestoyê_radestî_wî_kir
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestokirinê radestî wî kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Iraqê dîsa balyozê Tirkiyê vexwend û muzakereya protestoyê radestî wî kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestokirinê radestî wî kiriye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê parve kir ku Iraq êrişên dewleta Tirkiyê ên 17’ê Hezîranê bi tundî şermezar dike, ji ber ku dewleta Tirkiyê xaka Iraqê bombebaran dike û wezaretê jî diyar kir ku bi tu awayî sûcên li dijî hevpeyman û qanûnên navneteweyî qebûl nake.

Wezaretê di dawiyê de parve kir ku wan îro careke din balyozê Tirkiyê vexwendiye û muzakereya protestoyê radestî wî kiriye.