Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
Parlamentera parlamentoya Iraqê Yusra Recep ji bo hilweşandina lihevkirina ewlekarî ya Iraq a bi Tirkiyeyê re, banga civînek lezgîn a parlamentoyê kir. Yusra, anî ziman ku li gorî peymanê eskerên Tirkiyê tenê dikarin 35 kîlometre têkevin nava axa Iraqê, lê balafirên şer ên Tirkiye 193 kîlometre sînor derbas kiriye û 158 km sînor îhlal kirine.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Parlamentera parlamentoya Iraqê û endama lijneya mafê mirovan a li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep, bi daxuyaniyekê bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û xwest Tirkiye êrîşên hewayî û bejayî yên li dijî axa Iraqê rawestîne. Yusre Recep, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku peymana di navbera Iraq û Tirkiye hatiye hilweşandin û ji bo lihevkirina ewlekarî ya dinavbera Iraq û Tirkiyeyê xwest parlamentoya Iraqê civînek lezgîn li dar bixe. Yusra Recep herî dawî bal kişande ser lihevkirina ewlekarî ya dinavbera dewleta Tirk û Iraqê de û got: "
Li gorî lihevkirinê, leşkerên Tirkiyê tenê dikarin 35 kîlometre derbasî xaka Iraqê bibe. Lê balafirên dewleta Tirk zêdetirî 193 kîlometre xaka Iraqê derbas kirine. Li gorî peymanê balafirên şer ên Tirkiyê 158 kîlometre axa Iraqê îhal kirine."