-
Rayedarê iraqî: Tirkiye 20 kîlomitran ketiye nav axa welatê me
Tîrmeh 25, 2022 03:59Wezîrê berevaniyê yê Iraqê got ku hêzên Tirkiyê bi qasî 20 kîlomitran derbasî nav axa welatê wî bûne.
-
Iraq komisyona lêkolînê dişîne cihê êrîşa Tirkiyê ser Zaxoyê
Tîrmeh 24, 2022 05:01Parlementoya Iraqê biryar da komisyonek hevbeş ji bo lêkolînê bişîne gundê Perexê ku dewleta Tirkiyê êrîşî ser wê kiribû û di endamê de çend welatiyên iraqî hatibûn kuştin.
-
Wezareta derve û parlemana Iraqê xwestin bila Encûmena Ewlekariyê Navneteweyî derbarê êrişa Tirkiyê civîneke awarte li dar xe
Tîrmeh 23, 2022 17:00Piştî êrîşa topxanê ya artêşa Tirkiyê ser devereke geştiyariyê li Kurdistana Iraqê, ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, Wezareta Derve ya Iraqê gilînameyek li dijî Tirkiyê pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê kir û piştre vê wezaretê daxwza civîneke awarte ya vê Encûmenê kirin.
-
Asaib Ehlî Heq a Iraqê daxwaz ji parlemana Iraqê kir ku bersiva êrîşa Tirkiyê bide
Tîrmeh 23, 2022 10:27Tevgera Esaîb Ehlî el-Heq a Iraqê helwesta hikûmeta Iraqê ya derbarê êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê de ser gundê Perexa Zaxoyê rexne kir û daxwaza wergirtina 4 biryaran li hember vê êrişê kir.
-
Li Başîqê êrîşeke mûşekî li dijî serbazgeha Tirkiyê hat kirin
Tîrmeh 23, 2022 04:55Dije Terora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 3 mûşek li bargeha leşkerî ya Tirkiyê li Zêlkanê ya li nahiya Başîqê ya ser bi parêzgeha Neynewa xistijne ku sekoya mûşekan li nêzîkî komelgeha "Hîma City" ya li bajarê Mûsilê hatibû bicihkirin.
-
Endamî parlimana Iraqê: Hevhatina ewlehiyê ya bi Tirkiyê re bi dawî hatiye
Tîrmeh 22, 2022 14:02Endamekî Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bal kişand ser êrişa ser li geştyarên iraqî yên li ser sînorê Tirkiyê û got: Hevhatina ewlehiya ya di navbera Bexda û Enqerê bi dawî hatiye.
-
Daxistina ala Tirkiyê ji balyozxana vî welatî li Bexdayê
Tîrmeh 21, 2022 18:14Bi hezaran kes ji xelkê Iraqê li ber balyozxana Enqerê ya li Bexdayê kom bûn û ala Tirkiyê ji bo şermezarkirina êrişa leşkerî ya vî welatî li bakurê Iraqê ya roja Çarşemê, daxistin.
-
Wezîrê Derve yê Iraqê: Pisporên me êrîşa Tirkiyê li ser Kurdistana Iraqê piştrast kirin
Tîrmeh 21, 2022 14:04Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku ji bo lêkolîna li ser bûyera topbarana gundê Perex li Zaxoyê bi serokatiya şandekê serdana wî gundî kir ragihand ku topabran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin.
-
Sedir: Bila geştên esmanî yên Iraq û Tirkiyê bên rawestandin û deriyên sînorî bên girtin
Tîrmeh 21, 2022 14:00Muqteda Sedir piştî bombebarana Zaxoyê bang li Hikûmeta Iraqê kir ku peywendiyên dîplomatîk ên Iraqê bi Tirkiyê re kêm bike, geştên esmanî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de rawestîne û deriyên sînorî bi vî welatî re bigire.
-
Iraq li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlekariyê dozê vedike
Tîrmeh 21, 2022 11:13Civata wezîrên Îraqê daxwaz ji wezareta derve ya vî welatî kir ku dosyayek tam li ser destdirêjîyên bi dû hev ên Tirkîyê ser serwerîya Îraqê û asayîşa welatiyên wê amade bike; Doza ku tê texmînkirin bibe bingeha şikayet û giliya lezgîn a Bexdayê ya li dijî Enqerê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.