Gotubêja Wezîrên Karên Derve yên Îran u Iraqê têkildarî bûyerên herêmê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i361298-gotubêja_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_u_iraqê_têkildarî_bûyerên_herêmê
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê di peywendiyeke telefonî de li ser alugur u bûyerên herêmî axivîn.
(last modified 2026-11-07T19:47:54+00:00 )
Tesrîn 07, 2026 23:17 Asia/Tehran
  • Gotubêja Wezîrên Karên Derve yên Îran u Iraqê têkildarî bûyerên herêmê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Iraqê di peywendiyeke telefonî de li ser alugur u bûyerên herêmî axivîn.

 

Di vê peywendiyê de, Ebas Iraqçî tevî ravekirina hewl û destpêşxeriyên dîplomatîk ên berdewam ji bo kêmkirina gêreyan û xurtkirina aramiya herêmî bi hevtûşê xwe yê Iraqî ra derbara alugurên herî dawî yên herêmî rawêjkarî kir. 

Berî vê yekê, Ebas Araqçî bi hevtayên xwe yên Omanî, Misirî, Urdunî, Erebistanî, Qeterî, Tirkiyeyî û çend welatên din re li ser alugurên herî dawî yên herêmî û navneteweyî, û her weha encamên kiryarên gêresaz ên Amerîkayê û Rejîma Sîyonîst axivîbû. Iraqçî di van rawêjkarîyan da, bilî ravekirina helwestên bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê, tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li serweriya neteweyî, rawestandina destdirêjî u gefan, dûrketina ji destwerdana wêranker a biyanî û berpirsiyariya dewletên herêmî ji bo pêşîgirtina li belavbûna bêîstîqrariyê kir.

Wî herwiha tekezî li ser mafê rewa yê Îranê yê parastina serwerî û ewlehiya neteweyî, û her wiha li ser pêwîstiya lihevkirin, hevalbendî u rêzikên emnî yên herêmî bêyî destwerdana hêzên derveyî herêmê kir.