Girtina derbasgehên nefermî li sînorên di navbera Iraq û Sûriyê da
Çile 31, 2026 15:44 Asia/Tehran
Yek ji fermandarên Hêzên Heşda Şeibîyê ragihand ku hemî derbasgehên nefermî li sînorên hevpar ên di navbera Iraq û Sûriyê de hatin daxistin.
Selah Fazil Îsawî yek ji fermandarên Hêzên Heşda Şeibîyê li parêzgeha Enbarê ragehand ku zîvala sînorî di navbera Iraq û Sûriyê de bi tevahî di bin kontrolê de ye.
Wî her wiha got: Terorîstan, şîyana ketina nav zîvala sînorî tinene. Herêma Rebîe heta Tenefa Sûriyê û Erer û çolên li rojavayê Enbarê bi tevahî ewleh û di bin kontrolê de ne.
Îsawî tekez kir: Hemî derbasgehên nefermî li sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de hatine girtin û hemî leşkerên bicihbûyî li vê navçeyê di rewaşa amadetiyê de ne ku li himber her destdirêjiyekê rawestin.