Çile 29, 2026 17:57 Asia/Tehran

Partî, kom û gelê Iraqê di daxuyanî û bi lidarxistina xwepêşandanên curbicur destwerdana Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên vî welatî bi tundî şermezar kirin.

Şêx Ekrem Keibî , Sekreterê Giştî yê Nucebaya Iraqê jî tevî şermezarkirina destwerdana Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de got: Destwerdana di karûbarên Iraqê heqaret li welatê pêxemberan e û bê şik gelê Iraqê dê li hember vê yekê bêdeng nemîne. Hesen Salim endamê tevgera Sadiqûn a Iraqê jî tevî şermezarkirina siaysetên destwerdanê yên Amerîkayê li karûbarên navxweyî yên Iraqê got: cihê axiftina Trumpê sûckar û Mark Sawaya, şandiyê serokkomarê Amerîkayê li Iraqê û bazirganê madên narkotîk derbarê Iraqê û destwerdana di karûbraên Iraqê, li nav selika gemarê de ye. Elî Difayî berdevkê fermî yê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê, her cure destwerdana Amerîkayê di karûbarên Iraqê de şermezar kir û got ku hilbijartina serokwezîr ji bo Iraqê meseleyek qanûnî û navxweyî ye û mafê Amerîkayê tune ku destwerdanê bike.Tabûrên Hizbullaha Iraqê, Ebdullah Ehmed Duleymî, endamê Hevpeymaniya Ezm, Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê ya bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, Ehmed Şermanî, parlamenterê Iraqê, Partiya Deweta Îslamî ya Iraqê, Ebû Ala Welayi, Sekreterê Giştî yê Ketaibê Seyduşuheda, Adil Ebdul Mehdî, Serokkomarê Iraqê yê berê, Muhsin Mendelawî, serokê hevpeymaniya Esas û Eqîl Rodînî yek ji endamên hevpeymaniya Nesr a Iraqê û jî di daxûyanyên cuda destwerdanên Amerîkayê di karbraên navxweyê yên Iraqê bi tundî şermezar kirin. Welatiyên iraqî jî wekî berteka li himber destwerdanên serokkomarê Amerîkayê di karûbarên navxweyî yên vî welatî bi lidarxistina xwepêşandanên berfireh li bajarên vî welatî, wêneyên Trump serokkomarê Amerîkayê şewitandin û destwerdanên Trump bi tundî şermezar kirin û Amerîka wekî şeytan mezin bi nav kirin. 

 

Serepeyv