Çile 28, 2026 18:30 Asia/Tehran

Hin kesayetîyên sîyasî yên iraqî himber gotinên destwerdanane yên Serokomarê Amerîkayê di karên Iraqê de bertek nîşan dan.

Nûrî Malikî berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê îro wek berteka himber gotinên destwerdanane yên Donald Trump Serokomarê Amerîkayê yên di karên Iraqê de, destwerdana aşkira dickarên navxweyî yên vî wealtî de û binpêkirina serwerîya netewî ya Iraqê zanî û bi tundî şermezar kir. Berbijarê Serokwezîrtîya Iraqê herwiha got ku gotûbêja di navbera dewletan da tenha bijareya sîyasî u ji bo danuistandina wan e, ne zimanê sepandin u gefxwarinê. Elî Difayî berdevkê Fermî yê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jî di daxûyanîyekê da ragihand: Hilbijartina Serokwezîrê Iraqê mijareke tam navxweyî ye ku li gorî qanûna bingehîn û mekanîzmên demajoya sîyasî ya welêt serê xwe digire u divê ku di xizmeta istiqrar, parastina serwerî u berjewendîyên bilind ên netewî da be.Wî herwiha got: Em tekezîyê ser danîna peywendîyên hevseng û erênî digel civaka navdewletî ser bingeha rêzgirtina duyalî û destnewerdana di karên navxweyî da dikin. Di dewama neyartî u bertên himber destwerdana aşkira ya Amerîkayê di karên navxweyî yên Iraqê da, Ebû Ela Wilayî Sekreterê Giştî yê Tabûrên Seyid ul Şuhedayê (S) yên Iraqê got: Trump rêberên serketinê teror kir u dixwaze vî karî bi terorkirina sîyasî ya Nûrî Malikî dubare bike. Wî pêgirî kir: Trump dixwaze bi destwerdana rasterast a bi dijayetîya himber berbijarîya Nûrî Malikî, ewî ji hêla sîyasî va teror bike. Bi dû belavbûna nûçeya berbijarîya Nûrî Malikî ji hêla Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê va ji bo posta serokwezîrtîya Iraqê, Donald Trump Serokomarê Amerîkayê di peyameke destwerdanxwazîyê da idia kir ku nabe Nûrî Malikî bibe Serowkezîrê Iraqê ji ber ku heke ew bibe Serowkezîr, Amerîka yê idî alîkarîya Iraqê neke.

 

Serepeyv