Çile 27, 2026 19:32 Asia/Tehran
  •  Li Iraqê hilbijartina serokkomar paşde ket bona ku PDK û YNK li hev bikin

Civîna fermî ya parlemana Iraqê jibo hilbijartina serokkomar paşde ket. Ev biryar piştî wê hat dayîn ku PDK û YNK daxwaza derfeta zêdetir kirin jibo ku li ser berbijarekî hevbeş an şêwaza çûyîna nav parlemanê li hev bikin.

Heta niha 19 berbijar jibo posta serokkomartriyê hevrikiyê dikin lê rêkeberiya sereke di navbera Fuad Husên berbijarê PDK û Nizar Amêdî berbijarê YNK de ye. 

Çarçoveya Hewahengiyê ya Şîeyan ku ji 13 kesan pêk hatiye, hewlên giştalî dane bona ku aliyên kurd bi berbijarekî hevgirtî herin parlemanê. Amir Fayiz Serokê Hevpeymaniya Tesmîm dibêje li gor wan ev pirs zêdetir mijareke navxweyî ya Herêma Kurdistanê ye û em hêvî dikin ku di van çend rojan da aliyên kurd li hev bikin. 

 

 

Serepeyv